ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Meşa Gemlîkê wê bê şopandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê werin şopandin.

- Ji fermandarên biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên terorê tevdigere û got, "Milîtanên PKK'ê wê hesab ji vê dewleta zalim bipirsin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Milîtanên PKK'ê soza vê yekê didin."

- Artêşa Tirk li Girê Amediyê dema ku bi çekên kîmyewî êrîş dibir ser tunelên şer ên li Şehîd Pîrdogan bi kamerayan hate kişandin. Li heman qadê PDK hewl dide bi kepçeyan rê ber bi tunelan çêbike.

- Cengîz Çîçek destnîşan kir ku di nava krîz-firsendê de Erdogan hewl dide bi gaveke din nêzî armancên xwe yên siyasî bibe û nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû jî di vê çarçoveyê de nirxand.

- Rêxistina HEDEP'ê ya Stenbolê ku çend roj berê kongreya xwe ya awarte ya duyemîn lidar xist, li gorî rexneyên gel dest bi amadekariya hilbijartinên xwecihî kir.

- Arzû Temo anî ziman ku tenê bi têkoşîneke rêxistinbûyî dikarin pêşî li tundiya li jinê bigirin û got, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Qanûna Malbatê li dijî tundiyê têdikoşin.

- Hevseroka HEDEP'ê ya Qoserê Aysel Ayav got, ew hesta piştevaniyê xurt dikin û wê rê nedin polîtîkayên şerê taybet.