ROJEVA 19'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Ji berxwedêrên rojiya mirinê Erol Cengîz diyar kir, çi dibe bila bibe wê çalakiya xwe bidomînin û bang kir.

- Parlamentera Yekîtiya Ewropayê ya Partiya Çep a Swêdê Malin Bjork soz da ku piştgiriya wan a ji bo çalakgerên greva birçîbûnê wê bidome.

- Yek ji fermandarên YPJ'ê Ronahî Heleb ji bo hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê got, "Li ku dibin bila bibin em ê van çeteyan bibînin û operasyonên xwe bidomînin."

- Kawenda Agirî, ji bo her mirovên ji Rojhilat tevlî nava têkoşînê bû, ya jî li wir dest bi pratîkê kir, bû mamoste. Ew gerîlayeke fermandar bû û ji kar re bû pêşeng.

- Eşkere bû, bi hezaran Belûcî ku yek ji gelên xwecihî yên Îranê ye, hîn jî bê nasname ne.

- Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, bi hatina biharê re cotkaran dest bi çandina birincê kirin.