ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Dewleta Tirk di nava 40 salên dawî de bi dehan komkujî, kuştina bêdaraz kir; çi sivîl çi jî leşkerî. PKK'ê heta niha timî hewl da ku êsîrên dei destê xwe de radestî dewleta Tirk bike.

PKK'ê di 24'ê Çileya 1995'an de mohra xwe danî binê Konvansiyona Cenevreyê û ev yek li Cenevreyê bi civîneke çapemeniyê ragihand. PKK timî li ser soza xwe ma, lê dewleta Tirk mîna li Garê kir, ti pîvan nas nekir.

Ji fermandarên YJA Starê Gabar destnîşan kir ku di têkoşîna dijî sîstema bi serweriya mêr de divê jin ji xwe bawer bin û got, "Divê zanibin ku YJA Star wê wan ti carî bi tenê nehêle."

Parêzer Berdan Acûn anî ziman, ji bo pêşî li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bê girtin tecrîda li Îmraliyê tê girankirin û got, "Sedema tecrîda li ser Abdullah Ocalan, polîtîkaya neçareseriyê ya têkildarî pirsgirêka Kurd e."

Ji bo qirkirina ku rejîma Saddam Huseyîn bi navê "El Anfal" li Başûrê Kurdistanê kir weke qirkirinê li Elmanyayê bê naskirin, Partiya Çep pêşnûme qanûnek da Meclîsa Federal.

Hozan Seyîdxan li ser Qendîlê stranek çêkir û got, "Ji bo ala azadiyê timî li ba be, divê em mîna çavên xwe li Qendîlê miqate bin."

Li gorî lêkolîneke zanistî ya li Scientific Reportsê hate weşandin, ya ku beriya 65 milyon salî dawî li dînozoran anî ne asteroîd e, lê dûvstêrk e.

Li DYE'yê, ji ber serma û seqemê ku bi rojan e dewam dike, bi milyonan mirov ji elektrîkê û gelek derfetan bêpar man.

Li gorî encama lêkolîneke zanistî ya li Swêdê hate kirin, DNA ya herî kevn a naskirî ya li cîhanê, DNA ya Mamûtekî ye.