ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê tê girtin, di hefteya 304'an de ye. Nobedarên vê hefteyê 4 kesên ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ne.

- Li Şehbayê ku bi sed hezaran Efrîniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçî wê derê kirine, bi germbûna dinyayê re gelek nexweşî der bûn. Heyva Sor a Kurd diyar kir ku dermanên li Şebhayê kêm bûne û banga alîkariyê kir.

- Bi sed hezaran Efrîniyên koçî Şehbayê kirine û di rewşeke zehmet de li kampan dijîn, ji bo vegera li cih û warên xwe bang li Neteweyên Yekbûyî dikin.