ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyan û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' çalakiyên xwe mezin kiriye, bernameya çalakiyan a 25'ê Mijdarê eşkere kir.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen anî ziman ku qirkirina jinê stratejiya têkoşînê ya Şerê Cîhanê yê 3'yemîn e û bang li jinan hemûyan kir, ku têkoşîna zayendî bi rengekî radîkal bimeşînin.

Endama KJAR'ê Rûken Nexede li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî axivî û got, jin ji dîrokê û vir ve teslîmî serweriya mêr nebûye.

Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi-Îş'ê Nîhat Demîr diyar kir ku qeyûm li şûna karkerên Kurd ji Tirkiyeyê karkeran tevlî kar dikin û hewl didin karkerên Kurd jî bi birçîbûnê re rû bi rû bihêlin.