ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Meşa Azadiyê ku dê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve were lidarxistin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojavayê Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku pozîsyona heyî û pêvajoya înfazê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîstî bi bidestxistina azadiya fîzîkî heye û got, Meşa Gemlîkê wê di vî warî de encamên erênî bi xwe re bîne.

- Aktivîsta Tevgera Ciwanan a Torîno Lucîa anî ziman ku ew ê weke ciwan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn û şerê xwe bidomînin.

- Bijîşk Gokhan Gorken der barê dermanê Lyrica ku zêde tê bikaranîn de welatî hişyar kirin û got ku divê dibin kontrola bijîşkan ev derman bê bikaranîn.