ROJEVA 18'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Mijdara 2018'an.

- Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş, bi wesîleya salvegera 40. a damezrandina PKK'ê de got, PKK bûye ala sosyalîzmê. Demîrtaş, li dijî faşîzmê banga mezinkirina têkoşîna sosyalîzmê kir.

- Endamên HDP û KCD'ê ji bo destekê bidin wekîla HDP'yî Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya du rojan kirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqede wê çalakiyên xwe bidomînin.

- Greva birçîbûnê ku Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kir, li gelek bajaran belav bû. Şêniyên Wanê yên dest bi greva birçîbûnê kirin, xwedî li daxwazên Guven derketin û gotin, "Ev hîn destpêk e."

- Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ne tenê gefê li jiyan û mafên mirovan dixwe. Her wiha metirsiyeke li ser xwezayê. Zeytûn tên dizîn, tên talankirin û dar bi dozeran ji kokê ve tên rakirin.

- Welatiyê Elman Mûhammed Zammar ku yek ji organîzatorên êrîşên terorê yên 11'ê Îlona 2001'ê ye û ev demeke di destê YPG'ê de girtî ye, dixwaze vegere Elmanyayê.

- Ji sala 2015'an û vir ve li pêş çavên tevahiya cîhanê li Yemenê şerekî giran diqewime. Vî şerî rê li ber krîza herî giran a însanî ya li cîhanê vekir. Bi milyonan mirov li hemberî birçîbûnê li ber xwe didin.

- Tevî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi temamî neqediya ye, Elmanya amadekariyan dike ku penaberên Sûriyeyî vegerîn welatê wan. Li gorî plana ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Seehofer ve hatiye amadekirin, wê destpêkê Sûriyeyiyên 'sûcdar û metirsîdar' bên şandin.

- Yek ji welatên ku 'droneyên kujer' çêdike, Çîn e. Çîn hewl dide bazareke ji dehan milyar dolarî kontrol bike.