ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Kanûna 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Kanûna 2019'an.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.
Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Strasboûrgê vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Vîllîers le Bel ê Fransayê ve tê meşandin.
Hevserokê OHD'ê yê Amedê Mûharrem Şahîn ragihand, mînaka tecrîda li dijî Ocalan li devereke din a dinyayê nîne û nerazîbûn nîşanî bêdengiya CPT da.
Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parastina Jinê hewl didin li dijî êrişên gengaz li Kobanê parastinê bi biryardariyeke mezin civakî bikin.
Rojava li dijî êrişên dagirkeriyê veguheriye keleheke berxwedanê ya Kurdistanê. Ev parçe malovaniyê ji wan şervanan re dike ku bi berxwedana xwe ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê li dinyayê deng vedan.
Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh paqijiya etnîkî ya ku dewleta Tirk dixwaze li Rojava bike xist rojeva Parlamenta Swêdê. Medya Swêd û Fînlandiyayê jî cih dan mijarê.
Kedkarê çapemeniya azad Rizgar Denîz di 18'ê Kanûna 2017'an de ji ber êrişa çeteyên DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest da. Hevrêyên wî yên rojnamevan gotin, "Em ê kameraya Rizgar li erdê nehêlin."
Gerîlaya YJA Starê Azê Rojda ragihand ku piştî şehadeta ji fermandarên YJA Starê Azê Malazgîrt tevlî nava refên têkoşînê bû, navê wê li xwe kir û wê li ser şopa wê bimeşe.