ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên têkildarî şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, şerê qirkirina Kurdan çavkaniya her cûre bêhiqûqî, bêedaletî û hilweşînê ye û destnîşan kir, ku heta sedemên vê yekê ji holê neyên rakirin wê Tirkiye nekeve ser rêyeke rast.

Gerîlayên li Metînayê ji bo parastina xaka xwe û rûmeta gelê Kurd her roj çalakiyan dikin û derbên giran li artêşa Tirk dixin.

Gerîlayê HPG'ê Qendîl Kureyşan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya gerîla bişikîne û got, hevkariyê bi Kurdên xayin re bike jî, piştgiriyê ji NATO'yê werbigire jî wê ti carî nikaribe bi gerîla.