ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger wê bê şopandin, ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.

Demeke dirêj, dema ku qala Srî Lankayê dihate kirin yekser têkoşîna azadiyê ya gelê Tamîlê dihate bîra mirovan. Gelo di dîroka nêz a Srî Lankaye de çi qewimîn, ku ji bo gelên li dijî hêzên mêtinger li ber xwe didin, bi taybetî jî ji bo Kurdan tijî tecrûbe ye.

Azad Hewlêrî ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, diyar kir ku gelê Başûr di dîroka xwe de cara yekê ye ku li ber dagirkeran ewqasî bêdeng dimîne. Azad Hewlêrî got, divê dawî li hebûna dewleta Tirk a li ser vê xakê bê anîn.

Gerîlayê HPG'ê Navdar Şerzan destnîşan kir, berxwedana ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd tê meşandin, li her qadê di nava her şert û mercî de dewam dike û got, "Li Heftanînê, yan jî li zindanan. Cih diguhere, lê berxwedan naqede."

Hate ragihandin, ku piştî Brexîtê koça ji bajarê Calaîsê yê Fransayê ber bi Îngilistanê ve kêm bûye.

Rayedarên Misrê, 'xezîne'ya arkeolojîk a ji nekropola Sakarahê derxistin ji raya giştî re parve kirin.