ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Ji fermandarên YJA Starê Asrîn Cûdî diyar kir, ku mezintirîn têkoşîna jinê ya cîhanê niha li Rojhilata Navîn tê meşandin û got, "Gerîlayên jin ên ku li Heftanînê şer dikin, di rastiyê de têkoşîna jinê dimeşînin."

Gerîlayên ku 15'ê Tebaxê li eniyên şer pêşwazî kirin, destnîşan kirin ku fermandar Egîd ji bo wan xet e.

Şîrketa ku beriya niha çar HES li ser Çemê Zîlanê çêkir, ji bo HES a pêncemîn li gundê Agaçorenê çêbike, dest bi kar kir.

Li gorî encamên raya giştî ku NRLS'ê li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd li Rojava kir, 95 ji sedî yê gel hevdîtinan erênî dibîne, 86 ji sedî dibêje, ji bo serketina vê pêvajoyê divê partî hemû tevlî bibin.

Zanyaran parzûngehek çêkirin, ku ev parzûngeh bi rêya enerjiya ji rojê di nava 30 deqeyî de ava şor a deryayê dike ava vexwarinê.