ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojavayê Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû diyar kir ku ew bi çavekî hevgirtî li 25'ê Mijdarê dinihêrin û got, "Perspektîfa neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û şoreşa jinê di asta stratejîk de girîng e."

- Hevserokê DBP'ê Bayindir got, her kesên ku daxwaza hiqûq, demokrasî, mafên mirovan dikin ji bo jihevxistina sîstema Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd divê têbikoşin.

- Endamê Cowley Collective Connor Fetigen anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd cihê matmayinê nîne û got, "Ji ber ku dewleta Tirk ji geşbûna îdeolojiyeke nû ditirse."

- Dokûmantera 'Rojava, Bombeya Eyarkirî ya Sûriyeyê' ku di nava sê salan de hate amadekirin, bi 11 zimanan li qenalên mezin ên cîhanê hate weşandin.

- Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku rastiya jinê xwedî hêzeke welê ye ku li pêşberî xwezayê hesas e, ji bo civakê berpirsyar e û pêşengiyê ji pêwîstiyên civakê dike. Viyan Leyla got, "Em ê di her rewşê de polîtîkayên taybet bimeşînin."

- Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê wê bêne şopandin.