ROJEVA 17'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Mijdarê

-Endama Koordînasyona PAJK'ê Besta Firat tevlî bernameya 'Rojeva Jin' ya Stêrk TV bû û bi wesîleya 'Roja Têkoşînê ya li dijî tundiya li ser jinê' ya 25'ê Mijdarê li ser polîtîkayên dewletê, asta têkoşîna hevpar a jinan û rêbazên ku pêş xistine axivî.

-Nûrî yê  8 salî ku piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kirî demekê neçar ma ku li Efrînê bijî, ji ber tirsa ku jiyayî beriya ku dagirkerî bi dawî bibe dixwaze li Efrînê vegere.

-Sefîrê nû yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths têkilî şerê Yemenê ragihand di bin banê NY'yê de wê tevlî konferansa aştiyê bibin ku plansaziya wê tê kirin li Swêdê wê were kirin.


-Rojnameya Dîe Welt got, rejîma Erdogan di serî de Bosna-Hersek li welatên Balkanan li ser mîrateya Osmaniyan ji bo ku van deveran 'Erdoganî bike' xebateke berfireh daye destpêkirin.

-Li Elmanyayê hema hema serê du rojan jinek ji hêla hevserê wê an jî partnerê wê ve tê kuştin, tê gotin nêzî 100 hezar jin rastî tundiyê tên.

-Li Groenlandê li bin qeşayê kratereke bi mezinahiya Washîngton an jî Parîsê hate dîtin.