ROJEVA 18'Ê ÎLONÊ

18'ê Îlonê, rojeva Navenda Nûçeyan

-Çalakiyên derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Li Bakurê Sûriyê operasyon û geşedanên dijî DAÎŞ'ê wê werin şopandin.

-Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan: Li dijî vê dewletê, li bin erd, li ser erd, li ezmanan çi dike bila bike em ê li ber xwe bidin û hêza wê bişkînin. Hesabê me yê bi dagirkeriya Tirkiyê re dîrokî ye.

-Azê Viyan ku ji Qersê koçî Elmanyayê kirî û ji wir tevlî gerîla bûyî got rahiştiye çeka cêwîka xwe Navdar û ji cihê ku wê hişî ew ê têkoşîna wê bidomîne.

-Pirtûka Denîz Bilgî ya bi navê ''Barana Ewran / Li kozikên Kobanê çîrokên berxwedanê' ("Bulut Yağmuru/Kobanê siperlerinde direniş hikayeleri'') ku berxwedana Kobanê kiriye mijara xwe û ji 150 çîrokî pêk tê, kete ber destê xwendekaran.

-Gerîla Mordem Maku ku çanda dengbêjiyê li çiyan dide jiyîn got ê ku dîroka xwe hîs neke nikare dengbêjiyê bike.