ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokê Giştî Yê TUHAY-DER'ê Esîn Çelîk bi bîr xist ku girtî beriya demeke kurt ji greva giran a birçîbûnê derketibûn û got, rîskên mezin hene û divê gav bên avêtin.

Nivîskar Mûhammed Înal ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê girtî ye, bi rêya telefonê bi xwişka xwe Suheyla Înal re axivî û bang li civakê kir ku hîn bêhtir bala xwe li ser berxwedana li zindanan be.

Gerîla Viyan tevî Zîlan ku weke xwişkên hev bû tevlî nava refên PKK'ê bû. Gerîla Viyan got, "Şehadeta şehîd Zîlan bandoreke giran li min kir. Ez ê şûna wê ti carî vala nehêlim."

Li Pakistanê her sal bi hezaran bûyerên destavêtinê diqewimin, lê hîn jî bêceza tên hiştin. Eşkere bû ku testa keçanî ya ku li gel nerazîbûnan jî dewam dike, di bêcezahiştinê de bi bandor e.

Zanyaran li Arjantînê fosîlê dînozorekî dîtin. Hate ragihandin ku ev fosîl dibe ku yê zindiyê herî mezin ê li ser rûyê erdê be.