ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Karayilan: Em ji gelê xwe, bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Ereb ê Iraqê dixwazin ku piştgiriyê bidin me. Em bi biryar in ku vî dijminî têk bibin. Me li Heftanînê ew gêj kir. Eger bên Zapê em ê wan bixin binê axê.
Çîroka jineke ciwan ku goreya ji hiriyê da fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an Mahsûm Korkmaz.
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan diyar kir ku polîtîkayên aboriyê bûne sedema têkçûna aboriyê û got, "Dewlet ji gel pere dixwaze, ji ber ku pere li şer xerc dike, xezîne vala bûye."
Gerîlaya YJA Starê ya li Cenga Heftanînê Cûdî Çekdar li ser 15'ê Tebaxê axivî û got, "Gerîla di Cenga Heftanînê de bi pêşengiya hevrê Egîd berxwedanê mezin dikin."
Lêkolînerê avhewayê û meteorolog Mojîb di mijara germahiya global de diyar kir ku mirovahî ber bi 'texmînên herî nebaş' ve diçe û hişyarî da ku mirovahî dikare bikeve nava şerekî nû.
Li gorî anketeke dawî ya li Elmanyayê hate kirin, rêjeya dengê sosyal demokratan pişî ku Olaf Scholz kir namzetê serokwzaretiyê bi rêjeya 2 ji sedî zêde bû û gihîşt 16 ji sedî.