Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Tîrmeha 2020'an.

Gelo hûn zanin ku gotina vê stranê niha li Xantûrê ji bo me çiqasî bi wate ye. Dema ku ev stran gihîşt me, Rustem Cûdî û Gelhat Botan ên ev stran digotin, ketibûn hembêza xakê.

Ji berxwedêrên Heftanînê Rizgar Welat destnîşan kir ku li Heftanînê şerê gerîla hînê nû dest pê kiriye û got, "Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise."

KCDK-E'yê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava , ji bo çalakiyên 18 û 19'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir.

Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir gotin, "Rojiya mirinê ya mezin ji nû ve vejîna gelekî li ber komkujiyê ye. Berxwedaneke mezin afirand."

Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kalçik got, dema dawî li navçeyên Erdîş, Şax û Bêgirê yên Wanê ji ber HES'an felaketên xwezayî yên lehiyê rû didin.

Germahiya zêde ya li Sîbîryayê ku piştî bi dehan salan yekemcar di vê astê de hate dîtin, weke encameke yekser a germahiya global tê dîtin.

Yekîtiya Ewropa û Hindistan ji bo astengkirina bandora Çînê dest bi hevkariyê dikin.