ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Şaredarê Cenevreyê Başkanı Rémy Pagani got, "Ji bo betlane û bêhnvedanê neçin Tirkiyeyê, nebin hevparê şer" û bang li gelên Ewropa û Swîsreyê kir ku tûrîzma Tirkan boykot bikin.

- Gerîlayên li herêma Zagrosê gotin, berevajî îdîayên tênekirin, bomberdûmana artêşa Tirk herî zêde bandorê li gelê herêmê dike.

- Gerîlayan operasyona dewleta Tirk a li Bradostê nirxandin û gotin, "Heta ku em hebin wê dagirker bi rehetî tevnegerin. Me soz dane zarokên Efrînê, Sûr, Cizîr û Bradostê ku em ê welatê xwe biparêzin."

- Bi hatina biharê re gelê Qendîlê berê xwe dan zozanan.