ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Kanûna 2019'an.

Pêkanînên Rewşa Awarte di sala 2019'an de jî dewam kir. Azadiya çapemeniyê hema bêjin qet nema: zêdeyî 100 rojnamevan li girtîgehê ne, bi sedan kes ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî ketin ber lêpirsînê û girtin.

Li Lubnanê beriya nîqaşên li parlamentê yên ji bo destnîşankirina serokwezîrê nû, xwepêşandanên şermezarkirinê yên li dijî desthilatdariyê dawiya hefteyê zêde bûn. Tundiya polîsan jî zêde bû.

Jin û zarokên DAÎŞ'ê yên li Kama El Holê di nava Hikumeta Fînlandiyayê de bû sedema nakokiyan. Mûxalefetê xwest, der barê Wezîrê Karên Derve de dengdana 'pêwbaweriyê' bê kirin.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li bajarê Helsîngborgê yê Swêdê axivî û anî ziman ku gefên li Kurdistanê mezin in û yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan pêwîstî ye.

Li paytexta Îran Tehranê û gelek bajarên din ji ber ku gemariya hewayê gihîşt asta metirsîdar Yekşemê dibistan hatin girtin.

Parlementerê DEP'ê yê berê û Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê xwedî statuyeke taybet e û got: “Li Îmraliyê qanûn pêk nayên. Divê rojek berî rojekê hevdîtin bên kirin û deriyê aramiyê ji nû ve bê vekirin. Rêya çareseriyê li Îmraliyê re derbas dibe. Yên çareseriyê naxwazin Birêz Ocalan tecrîd dikin.”