ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Gulana 2020'an.

Bûyerên ku têkildarî desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve bê şopandin.

Ji ber şewba koronayê cîhana ku ketiye nava malê, bûye sedem ku jin hê zêdetir şidet li ser bê kirin. Lê jin li dijî şidet û krîza aborî xeta têkoşîn û piştevaniyê xurt dike.

Penîrê bi sîrik ê yek ji xweşiya xweser a bajarên Bakurê Kurdistanê û di warê aborî de xwedî nirx e, bi dest û keda jinan tê hilberîn, weke çavkaniya jiyanê ya gel û esnafan e.

Xwezaya Wanê bi bendên beton û HES’an roj bi roj tine dibe. Fatîh Şahîn ê ji Wanê ye bi wêneyên xêz dike reseniya xwezaya Wanê ji bo nifşên pêşerojê veduguhêze.

Endama Grûp Yorûm Dîlan Ekîn a di merasîma cenazeyê Îbrahîm Gokçek de dema hate destgîrkirin hate êşkencekirin û heqaret lê hate kirin got: “Xwestin li ser bedena Îbrahîm a 30 kêlogiram çavê Grûp Yorûm û hemû gel bitirsîne, lê bi ser neketin.”

Wê çalakiyên xizmên winda û Dayikên Şemiyê bê şopandin.

Li Spanyayê ku Covîd-19'ê derbeke giran lê daye ji Duşemê û pê ve wê qedexeya derketina derve were sistkirin, lê ji bo Madrîd û Barselonayê wê sist nekin.