ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser sînorê Efrînê diqewimin û êrîşên artêşa Tirk wê werin şopandin.

- Atiye Eren got, "Divê ciwanên Kurd û Tirkiyeyê di avakirina eniya demokrasiyê ya rêxistinbûyî de bi rista pêşengiyê tevbigerin, gel, girse û ciwanan li ser zemînê siyaseta demokratîk bi rêxistin bikin."

- Xizmên şehîdan ên ji çar parçeyên Kurdistanê destnîşan kirin ku rojeva wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin, "Azadiya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn zarûriyet e."

- Li Wanê, bi navê Komeleya Welatparêzan karê li dijî Kurdan dewam dike. Li taxên bajêr komên çekdar digerin. Li gorî Botan ê HDP'yî ev yek projeyeke MÎT'ê ye.

- Dadgeriya Tirk gotina "Gelê Şaxê serî li ber Skenderê mezin jî netewand" a Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Botan weke gefxwarinê dît û 2 sal cezayê girtîgehê, 12 hezar û 775 TL jî cezayê pere lê birî.

- Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ya li ber avahiya Konseya Ewropayê, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd ên li Başûrê Fransayê tê girtin.