ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Tîrmeha 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Tîrmeha 2020'an.
Nûray Çevîrmen a ÎHD'î diyar kir ku dema dawî li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û gelek caran serî li wan hatiye dayin.
Ciwanên Kurd ên ku bêyî ewlehiya kar neçar dimînin li karê çêkirina avahiyan bixebitin, dibin qurbanê kar. Di nava 20 rojên dawî de cenazeyên 4 kesan birin Wan û Agiriyê.
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, di rojên herî dawî de jî têkoşîna jinan a ku qadan azad dike û wêrekiyê mezin dike, bênavber wê bidome.
Li Iraqê cînayeteke siyasî hate kirin. Di dîroka Iraqê de hema hema he roj an jî her mehê kuştineke siyasî rû dide.
Hovîtiya ku di navbera salên 1981 û 1984'an de li zindana Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, grevên birçîbûnê, rojiya mirinê û darizandina şoreşgerên Kurd ji aliyê çapemeniya cîhanê ve jî ji nêz ve dihate şopandin.
Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî Pînheîro diyar kir ku li Idlibê hemû alî sûcê şer dikin. Pînheîro bal kişand ser sûcên HTŞ û SMO yên li dijî mirovahiyê dikin.
Women Defend Rojava, Înternatîonalîst Commûne û RîseÛp4 têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek dan û diyar kirin, "Di 18-19'ê Tîrmehê de em li benda her kesî ne ku li her cihî tevî van çalakiyan bibin."
Li gelek welatên cîhanê kêmaniya dermanan û têkçûna sîstema tenduristiyê wê bibe sedem ku mirina ji ber nexweşiyên malarya, HÎV û weremê zêde bibe.
Li Bangladeşê ku barana mûsonê bandoreke giran lê kiriye, yek ji sê parên welêt di nava avê de maye. Bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn.