ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Kanûna 2019'an.

Endama HDP'ê Seven Ozyildirim ku dayika çar zarokan e, polîsan bang lê kirin û li qereqolê gef lê xwarin, bi devkî tacîz kirin û xwestin wê bikin sîxur. Ozyildirim got, jiyana wê ne ewle ye.

Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) û Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) destnîşan kirin ku hatina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji bo tevlîbûna li Forûma Penaberan a li Cenevreyê nayê qebûlkirin.

Qraliyeta Yekbûyî piştî hilbijartinên giştî yên 12'ê Kanûnê hîn parçe bû. Li Skoçyayê partiya alîgirê serxwebûnê serketineke mezin bi dest xist. Li Îrlanda Bakur jî yekîtîparêzan yekemcar li pêşberî partiya neteweparêzan têk çûn.

Koka dergûşa dîrokê Heskîf dirêjî 12 hezar sal berê dibe. Heskîfa 12 hezar salî dê bikin qurbanê bendavek temenê wê 50 salî. Wê ji ber Bendava Ilisûyê 199 gundên girêdayî Sêrt, Mêrdîn û Êlihê di bin avê de bimînin. Heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane.