ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Gulana 2020'an.

Endamê Saziya Zimanê Kurdî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Îzettîn Silêman Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, "Ya ku me li hev kom bike ziman e. Bi xwedîderketina li çand û zimanê xwe divê em bibin yek."

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir, ku dewleta Tirk herêmên ku dagir kiriye mîna Efganistanê lê kiriye û veguherandiye navenda çeteyan.

Çiyager Agir Erebekî ji Dêra Zor e. Di dema dagirkeriya DAÎŞ'ê de li zindanê ma, lê bi serketina Kobanê re hêviya xwe mezin bû û piştî azadkirina bajarê xwe berê xwe da çiyayên Kurdidstanê.

Parlamenterên hikumet û mûxalefetê yên Meclîsa Federal a Elman bi rêya telekonferansê rewşa girtiyên li Tirkiyeyê nîqaş kirin.

Li Wanê şîrketên AKSA, VEPSAŞ û VASKÎ li Colemêrgê jî şîrketên Akmercan û VEDAŞ, ji ber fatûreyên xwe yên zêde bûn sedema nerazîbûna civakê.

KNK û KON-MED'ê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyan pîroz kirin.

Mmosteyên Efrînê yên li Şehba roja 15’Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.