ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-  Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Komîteya Tifaq û Têkiliyên Demokratîk a KJK'ê bang li her kesî kir ku di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de beşdarî çalakiyên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bibin.

- Endama KJAR'ê Peyman Viyan têkildarî salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' axivî û got, "Şoreşa Jin, Jiyan, Azdî li gel zext û zilma dewletê jî veguherî şoreşeke civakî."

- Çalakiyên ji ber salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bêne lidarxistin, wê werin şopandin.

- Festîvala 6'emîn a Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer wê di 16'ê Îlonê de li Rimêlanê pêk were.

- Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2022'an û vir ve 26 hezar û 480 koçber dersînor kir.