ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Ji bo Incî Kefalî ku tenê li Gola Wanê dijîn 15’ê Nîsanê qedexeya girtina wan dest pê dike. Lê ji ber sedema sersarî, masîgiriya qedexe, HES’an û bendan bi sedan hezaran masî beriya ku hêkan bikin dimirin.

- Di pirtûka Zarokên Çiyê yên Behra Reş de beşek ji têkoşîna Mahîr Koç (Celal Başkale) ê PKK’yî û  hevalên wî yên ku li Behra Reş bi hev re şopa xwe hiştin tê vogotin.

- Zexta li ser medyaya Kurd, li dijî desteserkirina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gunê saziyên civakî yên Swêdê, rêxistinên nûçegihan û nivîskaran û Parlamentoya Samiyê helwest nîşan da.

- xizmên windayan wek her roja Şemiyê, îro jî aqûbeta xizmên windayan bipirsin.