ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Di roja 6'an a Berxwedana Rûmetê de QSD'ê û artêşa rêveberiya Şamê li ser sînor li hev kirin. Di çarçoveya peymanên de artêşa Şamê li ser sînor bi cih bû. Lê belê hebûna leşkerên Sûriyeyê ya li ser sînor li pêşiya êrişên dagirkeriyê yên Tirk nebû asteng; li dijî leşkerên rejîmê jî bi dehan carî êriş hate kirin.

Helgûrt Siyabend ku têkoşîna xwe ya li Kopê dest pê kir li Xakurkê bi şehadetê tacîdar kir, digot; gerîlabûyîn şerê jinûve afirandina xwe ye, rêya jinûve avakirina jiyanê ya li Kurdistanê ye.

Rêveberê Şaxê Colemêrgê yê ÎHD'ê Eren Baskin anî ziman ku li herêmê Rewşeke Awarte heye ku nav lê nehatiye kirin.

NAV-BERLÎN piştî navbera ji neçarî ya ji ber şewba vîrûsa koronayê hate dayi, ji bo zarokan ji nû ve dest bi atolyeya wêneyan kir.

Nifûsa Rûsyyaê di nava salekê de bi 997 hezar kesî kêm bû. Ev kêmbûn weke kêmbûna herî zêde ya di dema aştiyane de hate pênasekirin.

Ji gelên xwecihî yên Norwêcê Samî ji Danîmarkayê dixwazin ku daholeke di dema ayînan de bi kar dianî, lê sala 1691'ê hate desteserkirin, li wan vegerîne.