ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku di salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de ew di pêvajoyeke gelekî girîng de ne û destnîşan kir, "Li Kurdistanê şerekî dîrokî diqewime. Ev şer wê paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê diyar bike."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û got, "15'ê Tebaxê ragihandina damezrandina HRK'ê ye. Gerîlayên Kurd damezrandina xwe ragihand."

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan: Heftanîn berxwedan e. Ev berxwedan berxwedana gerîla ye ku li ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike, li her kesên ku dixwaze ji faşîzm, mêtingerî û dagirkeriyê rizgar bibin.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Umît Dede diyar kir ku CPT sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl û eşkere kiriye.

Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya "Bê Kurd kirin, bê Ereb kirin û Tirkkirina" Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Gotina "Ji her kesên ku dibêjin 'Ez Tirk im, Tirkmen im' re wê welatiya Tirk bê dayin' a Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû, mikurhatina li vê yekê ye.

Kêmbûna maliyeta wesayitên bi elektrîkê dixebitin, dibe sedem ku ev wesayit hîn bêhtir bên bikaranîn. Li Îtalyayê ev yek eşkere bû ku nepêkan nîne.