ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Mirina leşkeran a ku ji raya giştî tê veşartin, parçeyek ji şerê taybet e. Artêşa Tirk li gel eşkerenekirina kuştiyên xwe, tabloyeke welê diafirîne ku mîna ew windahî yên hêzên gerîla ne nîşan dide û bi vî rengî civakê manîpule dike.

Rêvebera TUHAD-FED'ê Sebahat Bîçer anî ziman ku cîhanê hêza aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û got, "Desthilatdariya ku ji aştiyê ditirse, ji bo gel nebe yek û hêviyê asteng bike, çi ji dest tê, dike."

Çalakiyên ku di çarçoveya 15'ê Gulanê Ceja Zimanê Kurdî de têne lidarxistin wê bêne şopandin.

Awazên Çişya ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê klîbek weşand.