ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Îlona 2019'an.

Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu diyar kir, ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji nû ve hatiye tecrîdkirin û got, dewletê bi talankirina bi qeyûman bersiv da bangên aştiyê.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven anî ziman ku hem nehêlin bi rêk û pêk hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, hem jî hewl didin kaosê biafirînin. Guven got, "Eger rewş bi vî rengî bidome, mîna ku Birêz Ocalan got, wê hêza darbeyê ji nû ve bikeve dewrê."

Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû ku ji AKP'ê hate derxistin wê îro civîneke çapemeniyê pêk bîne.

Rêveberên şaredariyên Swêdê bi peyaman piştevaniya şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê kirin.