ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, ku rapora CPT piştrast kiriye ku tecrîda li Îmraliyê roj bi roj tê girankirin û got, "Ya girîng ew e ku CPT wê destûrê bide van polîtîkayên bêhiqûqî yan na."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Partiya me, Rêberê me, gerîlayên Kurd bi rastî jî gelek sûd ji karên li Lubnan-Filistînê wergirtin. Perwerde, pîvan û taybetmendiyên leşkerî bi perwerdeya li vir afirandin. Heta astekê divê mirov gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê weke gerîlayên Filistîn û Lubnanê pênase bikin."

Eger artêşa Tirk li Pîrbûlayê nehatibû şikandin wê Amediyê, Kanîmasî û Şêladizê êdî hatibûya dagirkirin.

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê diyar kirin ku ruhê 15'ê Tebaxê li Heftanînê didome û biryardariya dewamkirina berxwedanê nîşan dan.

Piştî ku eşkere bû li beşa Wêje û Zimanê Kurd a li Zanîngeha Dîcleyê zimanê perwedeyê û tez bi Tirkî ye, zanîngehê hem diyar kir ku ev yek êrişeke, hem jî îdîa qebûl kir. Ji Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi ev pêkanîna ku xizmetê ji asîmîlasyona Kurdî re dike, nirxand.

Dersim ku bi cografyaya xwe mirovan dike heyranê xwe û her demsalê bedew e, mîna bihuşta li ser rûyê erdê ye.

Têkildarî SÎHA'yan ku dewleta Tirk bi rêya wan li Kurdistanê komkujiyan dike, panelek onlîne hate lidarxistin. Pisporên ku tevlî panelê bûn diyar kirin, ku Tirkiye bi SÎHA'yan ji gelek aliyan ve hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Têkildarî penaberê Kurd Îdrîs Esen ku sala derbasbûyî xwe li Elmanyayê girt, Daîreya Koç û Penaberiyê biryareke sosret da. Daîreyê jê re gotiye "Înterpol li te digere, ji Elmanyayê dernekeve" û xwestiye bide Tirkiyeyê.

Piştî erdheja meha Sibatê ya li navçeya Elbak a Wanê, li gundiyên mexdûr tê ferzkirin ku koç bikin.