ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Tîrmeha 2020'an.

Ji fermandarên HPG'ê Zulkuf Palo diyar kir, ku Kurdên li Swêdê divê serî li dadgeriya Swêdê bidin û pêvajoya têkildarî kuştina Palme ji nû ve bidin destpêkirin. Palo got, "Hewldana ji boronîkirina vê bûyera kuştinê wezîfeya me ya ji bo Palme ye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Jinên Kurd pêşengiyê ji têkoşîna bindestan re dikin. Ne tenê ji jinên Kurd re her wiha ji yekîtî û têkoşîna hevpar a jinên li Rojhilata Navîn hemûyan re dikin."

Îlham Ehmed diyar kir, destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê beşek ji plana xwe gihandina sînorên Împaratoriya Osmanî ye û destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji bo vê plana xwe li Lîbya, Misir û Bakurê Efrîkayê DAÎŞ ji nû ve xistiye nava liv û tevgerê.

Gerîla Amara ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bû, tevî berxwedana xwe her wiha bi straneke xwe ya li ser hevrêyên xwe bandoreke mezin kir.

Gola Wanê bi komkujiyên dema dawî re veguheriye mîna goristana penaberan. Di van komkujiyan de bi qasî bazirganên mirovan, hêzên dewletê jî berpirsyar in.

Li herêma Sîbîryayê ya Rûsyayê, ji meha Çileyê ve ji ber germahiya hewayê ya di ser asta asayî re, her roj şewat rû dide.