ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku di serdema AKP’ê tundiya li jinê di asta herî bilind de zêde bûye û got: “Dewlet naxwaz jin di nava civakê de bibe xwedî vîn û bi polîtîkayên hedef nîşandanê rêyên jiyanê li jinê asê dike.”

Konferansa li Parlamenta Ewropayê ya der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava wê bê şopandin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê di 14'ê Kanûnê de li gelek welatan ji bo piştgiriya bi Rojava re meş pêk werin. Defend Rojava bi daxuyaniyekê ji bo meş û mîtîngan banga tevlîbûnê kir.

Aynûr Gonul ku yekemîn pirtûka wê ya helbestan Xewna Jiyanê hate weşandin got, "Tiştên ku min nekarî bikim bi helbestan min vegot. Min xwe tevlî helbestên xwe kir. Min xeyala jinekê kir û ew jin jî ez bûm."

Edaleta Belçîkayê biryar wergirt, ku herî kêm 10 ji zarokên çeteyên cîhadîst ên li kampên ku di kontrola hêzên QSD'ê de ne bînin Belçîkayê.

Li Madrîdê konferansa avhewayê ya COP 25 dewam dike. Ji bo projeyên 15 sektorên taybet an jî civaka sivîl ên di mijara kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê de serketî ne xelat hate pêşkêşkirin.