ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Tîrmeha 2020'an.

Dewleta Tirk dixwaze bi êrîşên li ser Heftanînê re gundan vala bike.

Li Heftanînê artêşa Tirk a di nava 4-5 rojên dawî de nêzî 100 leşkerên wê hatin kuştin, dide nîşandan ku bê ka ketiye çiravekî çawa.

Porên te ketin erdê Dilpak, serê wan gihiştin xaka Heftanînê, ruhê te gihişte pîroziyê? Rêya te vekirî, meşa te bêhnvedanek dirêj be, ji ber ku tu ber bi stêran dibezî!

Endama Komeleya Jinê ya Rosa Rûken Erguneş û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Beser Çelîk ên nerazîbûn nîşanî zextên li ser jinê da, destnîşan kirin ku tevî hemû êrîşan jî ew ê bi domdarî li qadan bin.

Adnan Orhan, hê 11 salî bav, ap û mixaletiyê wî hatin destgîrkirin û qetilkirin. Pê dizane ku faîl dewlet e û hemû hikûmet jî xizmeta vê dikin. Li gel vê jî dibêje heta ku malbat bi heqîqetê re hevrû nebe ew ê nesekine.

Çalakiya Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê wê bên şopandin

Dogan Erbaş ê HDP'yî got, ''Roj roja wê ye ku em werin cem hev''