ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Mirovên zanyar, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bal kişandin ser metirsiya qirkirinê.

Seroka TÎHV'ê Fîncanci ragihand ku berxwedan maf e û divê ew berxwedan û piştevaniyê mezin bikin. Fîncanci got, "Divê em polîtîkaya tirsandinê têk bibin û bi cesaret li ber kesên ku dixwazin bitirsînin rawestin."

Tûran Sati yê bavê 11 zarokan ku di 30'ê Mijdarê de li Bedlîsê wesayita zirxî ya leşkerî lê da, jiyana xwe ji dest da. Malbata Sati û gundiyan xwestin giliyê leşkeran bikin, lê belê dozgerê navçeya Adilcewazê daxwaznameya gilîkirinê jî nexist meriyetê.

Dîcle Arya ku piştî xwendekarî û rojnamevaniyê tevlî nava refên YJA Starê bû got, "Dema ku li çiyê dimeşim hîn bêhtir pê dihesim ku xwe azad dibînim."

Dengbêj Salihê Qubînî ji Misirca Sêrtê koçî navçeya Qubîna Êlihê kiriye û li vir bicih bûye, ev 58 sal in klam dibêje. Qubînî dibêje, dîrok, çand û zimanê Kurdan tenê bi xêra dengbêjiyê li ser lingan maye û got ku dengbêjên Kurd bi awazên xwe pêşengtiya civakê dikin.