ROJEVA 11'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Şêniyên Rêya Armûşê ji bo qeyûman bişînin li benda hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ne. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Rêya Armûşê gotin, gel dixwaze ji qeyûman rizgar bibe.

- Şaredariya azad a Kurdan ku bi Edîp Solmaz dest pê kir, mohra xwe datîne gelek karên nû û bi vî rengî dibe mînak. Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed got, xala bingehîn vegera li civakîbûnê ye.

- Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Îsmaîl Mamle, li bajarê Nunrberg ê Elmanyayê li ser berxwedana Kobanê pêşangeheke wêneyan vekir.

- Mûsa Sîdo ku piştî êrîşên dewleta Tirk neçar ma koçî Şehbayê bike, di nava şert û mercên giran de hesinkariyê didomîne.