ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Tîrmeha 2020'an.

Gerîla Lorîn Andok diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfirehtir bike û got, "Dijmin her roj dibêje, 'me qedand, em ê biqedînin'. Lê belê ew ê li pêşberî berxwedana gerîla biqede."

Ji fermandarên QSD'ê yên li Eyn Îsayê Erdal Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk li gorî lihevkirinan tevnagere, êrişên xwe zêde kiriye, Rûsya û rejîm jî bêdeng in û got, "Eger êriş bidomin em ê jî xwe biparêzin."

Dewleta Tirk her roj bêhtir êrişî jinên Kurd dike. Jinên Kurd jî bi berxwedanê bersivê didin dewleta Tirk.

Li gorî raporeke li Fransayê, maliyeta reaktorên bi cûreyê EPR bi 6 qatî zêdetir e.

Serokê Konseya Zanistiyê ya Fransayê Jean-Françoîs Delfraîssy diyar kir, nîqaş tê kirin ku ji ber şewbê di demeke nêz de sînor ji nû ve bên girtin.

Tê gotin ku li eyaleta Hessenê ya Elmanyayê, di mijara gefên Neonaziyan de yên li dijî siyasetmedara jin a Partiya Çep û gelek kesan, şaşitiyên giran ên daîreya krîmînal a eyaletê hene.