ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 390 hefte ne dewam dike, vê hefteyê ji aliyê komeke ji bajarê Drancy ê Fransayê ve tê meşandin.

Hevserokê ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz ragihand ku Tirkiye ji ber polîtîkayên şer hem li hundir hem jî li derve xitimiye û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan yekane kese ku vê rewşa xitimandî ji holê rake.

Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê wê sibe li Kobanê komxebateke yekîtiya neteweyî pêk bîne ku tevî rewşenbîr, nivîskar, akademîsyenan wê nûnerên partiyên siyasî yên cuda jî tevlî bibin.

Polîsên Tirk li Wanê gefê li malbatên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne dixwin û dixwazin zarokên xwe vegerînin.

Li Elmanyayê gelek akademîsyen, zanyar, siyasetmedar wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro civîneke çapemeniyê pêk bînin.

Artêşa Emerîkayê wê li xaka Ewropayê tetbîqata herî berfireh a leşkerî ya 25 salên dawî pêk bîne.