ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.

Nerazîbûna li dijî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê dewam dike.

Suleyman Cafer diyar kir ku bi teşwîq û piştgiriya Rêberê Gelê Kurd Ocalan wan li Efrîn û Helebê hîmê rêxistiniya Êzidiyan danîne û ji sala 1994'an û pê ve bi rengê komîteyê, niha jî weke Yekîtiya Êzidiyan xwe bi rêxistin kirine.

Gerîlayên azadiyê ku bi pêşengiya hêzên YJA Starê li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin, gotin "Heta ku em hebin wê dewleta Tirk nikaribe bi hêsanî vê xaka pîroz dagir bike."

Komîteya Diyalogê ya Navxweyî ya KNK'ê destnîşan kir ku şer û rageşiya nava hêzên Kurd divê tavilê bi dawî bibin û bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kir ku hîn bêhtir diyalogê bikin.

Li gorî pisporên Misrî, bêdengiya hêzên navneteweyî, lawaziya Iraqê û nakokiya nava Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranîn û êrişên dagirkeriyê têne kirin.

Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Devrîm Hejar destnîşan kir, ku artêşa Tirk li gel derfetên xwe jî wê nikaribe bi gerîla û di vî şerî de wê gerîla bi ser bikeve.

ji fermandarên YJA STarê Hêzil Ozgur: Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şer de leşkerek hîne ku li ber îradeya PKK'ê bisekine. Teknîk nebe, artêşa Tirk nikare xwe bilivîne, helîkopter nebe nikare leşkerên xwe deyne.

Ji fermandarên Pêşmergeyên Derîn Awat Qehremanî û siyasetmedar Yasîn Elî nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan û diyar kir ku divê Kurd xwe ji şerekî navxweyî vebigirin.

Li Brezîlyayê ziwatî gihîştiye asta herî bilind a sedsala dawî. Li tevahiya welêt, metirsia krîza av û elektrîkê heye.