ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn diyar kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê bersiv ji desteserkirina şaredariyan re bê dayin û got, gelê Kurd wê xwedî li îradeya xwe derkeve.

- Eşkere bû ku ji her kesên navê wan li lîsteyên dengdêran ên li konsolosxaneyên Tirk ên li Elmanyayê hene, bi îmzeya Erdogan name hatine şandin. Di nameyê de Erdogan di berdêla 'xizmetên ku ji welatiyên li derveyî welat re kiriye' daxwaza dengan dike.

- Li Wanê, tevî ku nêçirvaniya masiyan vê gavê qedexe ye, rojane hema bêjin bi tonan basî bi rengekî qaçax tên girtin. Dewleta Tirk jî di bin navê pakkirina çem de masiyan diqelihîne.

- Avahiyên TOKÎ yên li Şirnexê ku tê payîn 20'ê Hezîranê bên radestkirin, niha jî ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê tên bikaranîn.