ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Adara 2020'an.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser 'sedemên siyasî' yên daxuyaniya li ser şewata li Îmraliyê û got, "Gelekî tengav bûne, lewma neçar man destûra hevdîtinê bidin."
Endamên CÎK'ê ku nobeda li Strasboûrgê dewr girtine gotin, "Banga me li mirovahiyê ye; ji bo bidawîkirina vê tecrîdê divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne."
Şaredariyên Îtalyayê ku welatîbûna rûmetê dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nerazîbûn nîşanî zextên dewleta Tirk dan.
Rejîma Îranê li şûna ku bi lez û bez li dijî vîrûsa Korona tedbîran bixe meriyetê, bi veşartina agahiyan hate sûcdarkirin. Piştre jî dest bi teoriyên komployê kir.
Hate ragihandin ku li Efganistanê, beriya 10'ê Adarê dema destpêkirina danûstandinên bi Talîbanê re, Serokkomar Eşref Ganî wê biryarnameyekê di nava hefteyê de herî kêm hezar girtiyên Talîbanê berde.
Şewba vîrûsa Korona ku heta niha li dehan welatan bû sedema mirina 4 hezar kesî, bi lez belav dibe. Vîrûs li ser aboriya cîhanê bûye rîska resesyonê û paşketinê.