ROJEVA 10'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Eşkere bû, penaberên ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyan û xwe li Tirkiyeyê girtin, li saziyên tenduristiyê yên fermî yên li Enqereyê gurçikên xwe firotine mafya organan a li qada navneteweyî dixebite.

- Me du roj li kampên ku jinên DAÎŞ'ê lê ne, derbas kir. Li kampên herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 10 hezar jin û zarokên DAÎŞ'î hene. Li kampan rewşeke tevlîhev heye.

- Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, ji ber gefên Soylû û dirêjnekirina dema kartên çapemeniyê yên rojnamevanên Elman, hişyariyeke tund da welatiyên xwe yên difikirin biçin Tirkiyeyê ji bo betlaneyê.