ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Partiya Çepên Kesk wê bi dirûşmeya “Rêxistin Azadî ye/Bi guhertinê ber bi azadiyê ve” li Navenda Çanda Nazim a Enqereyê konferansekê lidar bixe.
- Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk nîqaşên di Konferansa Jinê ya Partiya Çepên Kesk de nirxand û got: “Weke partî em ê rêxistinbûna jinê xurt bikin.”
- Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay got ku Kurdan di salên 1920’an de li mal û kolanan ji sedî 90’ê bi Kurdî diaxiftin, lê îro rêjeya axaftina bi zimanê Kurdî daketiye qasî ji sedî 7’ê.
- Qeyûmê Wanê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê xesp kiriye, Wan veguherandiye gundekî mezin. Mirov nikare ji ber herî, çal û çopan li kolanên Wanê re derbas bibe.