ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Gundê Amara ku li kevana bi bereket e, ji bo gelê Kurd girîng û pîroz tê dîtin. Ev cografya pîroz bi sedan sal in bûye hêlîn ji mirovên li wir re.

Artêşa Tirk ku li 24 gund û gundikên Beldîsê dest bi operasyonê kir, beriya operasyonê bi hezaran donim qada daristanî li Bedlîs û navçeyên wê şewitand.

Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Salih Tekîn diyar kir, girtiyên nexweş li ber mirinê tên berdan, yan jî cenazeyên wan ji girtîgehê tên derxistin.

Nazmî Gur ê HDP'î got, desthilatdariya Tirk her ku li cografya Kurd armancên xwe yên belavbûnê bi dagirkerî, şer û paqijiya etnîkî kûr dike, bi tenê dimîne û li hundir jî bêhtir otorîter dibe.

Li gorî analîza saziya ramanê ya bi navê IEP, guhertina avhewayê wê di nava 30 salên bê de bibe sedem ku çavkaniyên xwezayî kêm bibin, şer û birîbûn rû bidin û di felaketên avhewayê de herî kêm milyarek mirov ji cih û warê xwe bibin.