ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2019'AN

Çend ji nûçeyên ku wê di 1'ê Tebaxa 2019'an de rû bidin.

- Fermandar Sari Îbrahîm ku li Êlihê di nava malbateke xizan û kedkar de ji dayik bû, di temenê ciwantiyê de ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Egîd (Mahsûm Korkmaz) nas kir û bi vî rengî rêwîtiya wî dest pê kir.

- Bi pêşketina teknolojiyê re gelek kar ji holê rabûn. Lê hîn jî hin pîşe hene ku li dijî vê yekê li ber xwe didin. Warê hoste Ezîz ê li Amedê yek ji van pîşeyan e.

- Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên deqeyekê rêzgirtinê û xwepêşandanên 3'ê Tebaxê yên salvegera qirkirina Şengalê banga tevlîbûnê kir. Bi vê armancê plansaziyeke çalakiyan hate amadekirin.

- Elmanyayê daxwaza Emerîkayê ya ji bo tevlîkirina leşkerên xwe li plana Emerîkayê ya ji bo dewriyeyên li Tengava Hurmuzê bi rengekî red kir. Wezîrê Karên Derve Maas diyar kir, ku wê tevlî plana DYE'yê nebin û got, "Nêrîna me û ya Washingtonê ji hev cuda ye."

- Yek ji welatên ku ji ber komkujiyan hejmara pilingan lê kêm bûye Hindistan e. Kêm jî be hejmara pilingan zêde dibe.