ROJEVA 1'Ê SIBATA 2021'Ê
Sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li girtîgehên Tirkiyeyê wê were şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin.
PKK: Hevrê Viyan, hişmendî û îradeya dewamkirina berxwedana fedayî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û rabûna li ber jiyana bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, di asta herî bilind de temsîl dike.
Gerîlayan qala fermandara YJA Starê Viyan Soran kir ku di salvegera 7'an a komploya 15'ê Sibatê de bedena xwe dabû ber agir. Gerîlayan gotin, "Sekna wan ji bo me pîvan e, rêyeke ku ti carî jê venagerin."
Serokê Meclîsa Gel a Tamîl Eelam li Elmanyayê Gopalapîllaî Jeyasangar got, "Çawa ku rejîmên zordar pişta hev digirin, divê gelên bindest jî bi rengekî hevpar têbikoşin."
Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jin gihîşte ber destê xwendevanan.
Rojnamevan Dîcle di cejnê de daweta wê hebû. Wê rojê kincê kamûflajê li xwe xemilan û ji bo alavên pîşeyî û leşkerî got, "Êdî kinc û alavên min ên bûkê ev in. Ez ê bibim bûka Kurdistanê." Bi vî rengî dest bi rêwîtiyeke nû ya jiyanê kir.
Parlamentera Sosyalîst a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh girtina 70 jin û parêzvanên mafên mirovan û qetilkirina kolberan a li Rojhilatê Kurdistanê xiste rojeva Parlamenta Swêdê.
Hawirdorparêzan diyar kirin ku agahdarkirina têkildarî qirêjiya plastîk a li okyanûsan wê pirsgirêkê çareser neke û destnîşan kirin ku bi rêya katamaranên mezin qirêjî dikare bê kêmkirin.