ROJEVA 1'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Hezîrana 2019'an.

- Rewşa piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatin, wê were şopandin.

-Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr got peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxalîf û eniya navnetewî divê ji hêla her kesî ve were nîqaşkirin, ji ber ku tiliya xwe bi çareseriya Rojhilta Navîn ve kiriye.

-Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, girtiyên di greva birçîbûnê de, sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û rêveberiya girtîgehê xwarina zarokan (mame) bi 50 TL difiroşe girtiyan. 

-Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya hem girtiyên ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê bidawîkirin û hem jî peywirdarên tendiristiyê li ser mijara xwarin û hewcehiyên tibî hişyar kir.

-Li Wanê girtiyên ku şertên nexweşxanê û ferzkirin qebûl nekirin û li girtîgehê vegerandin, tedawiyên wan hê jî nehatine kirin.

-Salih Şîmşek ku di navbeyna 1’ê Adarê û 26’ê Gulanê de li Girtîgeha Girtîya Elbîstanê di greva birçîbûnê de bû got, ‘’Bi bexwedana dayikên me û ji bo ku dengê me derxistin derve me tecrîd şikand’’.

-Bax û baxçeyên Kurdistaniyên ku salên 90’î ji ber ferzkirina cerdevaniyê ya dewleta Tirk gundên xwe berdan ji ber bêxwedîtiyê hişk bûn.

-Weke her Şemî vê Şemiyê jî xizmên nebediyan wê çalakiyan bikin.