ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê êrîşa li ser Hêzên Parastinê yên Suryan ên li Rojava şermezar kir û bang li gelê Asûr-Suryan kir ku hîn bi xurtî tevlî parastina Rojava bibe.

- Koordînasyona KJK'ê bang kir ku di çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bilêvkirin.

- Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Farqînê Sevîm Bîçîcî got, "Ji bo bersiva herî mezin bidin hêzên ku dest danîne ser îradeya me, divê em dengê xwe bidin."

- Li 7 kantonên li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 52 stargehên jinan hene ku 302 jin lê dixebitin. Qanûn û Mala Jinê ya li Kantona Cizîrê li qadên rizgarkirî têkoşîna xwe dewam dike.

- Rojnameya Serxwebûnê hejmara xwe ya meha Sibatê bi manşeta "Berxwedana li dijî komployê, bi milyonan mirov li qadan e" weşand.

- Rojnameya Jinê Newaya Jin bi wesîleya 8'ê Adarê û Newrozê giranî da ser berxwedana jinên Kurd a ku mohra xwe li serdemê dixin.