ROJEVA 1'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Koordînasyona KJK'ê: Aştî, aramî, biratiya gelan, demokrasî û azadiya civakî ya li Tirkiyeyê bi bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo û qedandina dijminatiya li Kurdan dibe.

- Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Zêdkanê Rifat Yerlîkaya diyar kir, wê bi gel re Zêdkanê biguherînin û got, "Me soz dan gelê xwe, karê me wê teqez bi ser bikeve."

- Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat diyar kir, ji bo piştevaniya bi Leyla Guven û berxwedêrên li zindanan ên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, wê roja Înê li Parlamenta Swêdê dest bi greva birçîbûnê bike.

- Di rêwîtiya nava şoreşa Rojava de em berê kameraya xwe vê carê didin ajokarên YPJ'ê yên li eniya têkoşînê û guh didin ajokarên artêşa jinê.

- Partiya Çep, nameya berxwedêrên li Strasboûrgê ku ji bo rayedarên hikumetê re şandibûn, xist rojeva meclîsê.

- Seroka Giştî ya CDU'yê ku partiya desthilatdariyê ye Kramp-Karrenbaûer xwest, DAÎŞ'iyên ku bi saxî ketine destê YPG/QSD'ê yên cotwelatî ne, welatiya wan a Elman bê betalkirin û li Elmanyayê neyên vegerandin.

- Ekolojîst Guner Yanliç nerazîbûn nîşanî biryara DMME'yê ya li ser Heskîfa dîrokî da û diyar kir, biryarê wijdanê mirovahiyê êşandiye. Yanliç got, "DMME û UNECSO rûyê şîn ê kapîtalîzmê ye."

- Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gotin, "Em ê bi ruhê berxwedana jinê tecrîdkirina Serokatî bi dawî bikin."

- Nasir Yagiz ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye got: "Çi dibe bila bibe serketin a me ye. Hêvî û bawerî bila mezin be, vîna me xurt be, em ê bi hev re vê tecrîdê bişkînin. Em ê bi Rêber Apo re azad bijîn."