ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Îlona 2019'an.

- Berdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya hate desteserkirina Cemîl Komî got, bi betalkirina meclîsa wan re wê qeyûm îhaleyan yekser pêşkêşî alîgirên xwe bike.

- Mamoste û xwendekarên Efrînî di nava şert û mercên giran de dest bi saleke nû ya perwerdeyê dikin. Mamosteyên Efrînî ku wê li binê kon û xirbeyan dest bi perwerdeyê bikin, dixwazin piştgirî ji wan re bê kirin.

- Wekîlê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir, desteserkirina şaredariyan qebûlnekirina îradeya gel e û got, "Karê destpêkê yê qeyûman danîna bendan, êrîş û desthilatdarî ye."

- Hejmara meha Îlonê ya rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi manşeta 'Dinya li aştiya xwe digere' hate weşandin.

- Gerîlayê Elman Mİchael Panser (BagerNûjiyan) ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk jiyana xwe ji dest da, li warê xwe li Motsdamê bi meş û mîtîngekê hate bîranîn. Di xwepêşandanê de dirûşma "Elmanya fînanse dike" hate qîrîn.

- Parlamenterê HDP'ê Mehmet Rustu Tîryakî diyar kir, ew desteserkirina şaredariyan qebûl nakin û li dijî vê yekê li ber xwe didin. Her wiha got, "Em li kolanan nerazîbûna xwe nîşan didin û gelê me jî heta dawiyê bi me re ye."

- Nûrettîn Demîrtaş destnîşan kir, ku Tirkiye şîdet û kaosê dibe her deverê û got, divê dinya li  ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê biaxive.